نزهة القلب
انطلق القلبُ في نزهةٍ
وعلى ضفاف عيون الحبيبةِ
نصبَ خيمتهُ
توضّأ بدموع الحبِ
جعل عيون الحبيبة بوصلةً
ويمّم وجهه
صوب الكعبة
إلاَّ أنه عندما شَرَعَ بالصلاة
نسي اسم الله!
Seyrana Dil
Dil bi rêya seyranê Ket !
Li keviya çavên dîlberê, konê xwe vegirt !
Bi hêstirên evînê destnimêja xwe girt !
Çavên dîlberê, kirin qublename!
pê qubleyê xwe nîşan kir!
Li ser nimêjê
navê Xweda ji bîr kir!
الولهان
بدون شمعة قلبي
لا على ضوء المصابيح
ولا تحت نور الشمس
أستطيعُ قراءة
أو كتابة
ولو صفحة من صفحات الحب.
Dilyar
Bêyî mûma dilê xwe
Ne li ber ronahiya çiran
Ne jî li ber ronahiya rojê
nikarim rûpelekê, ji rûpelên evînê
ne bixwînim, ne binivîsînim!!
قبلة
الشفاه التي لا تزرعها بالقُبل
ما الثمار التي ستجني منها؟
لذا أشدّد على أن
الشفاهُ التي لا تُسقى بالقُبل
لا تنبت عليها البسمة!
Maç
Lêvên ku Tu maçan, lê neçînî!
Tu yê çi berî jê hilînî?
Lewra ; Ez dibêjim :
Lêvên ku bi maçan, neyên avdan
Ken lê şîn nabe!
جريمة
جريمة كبرى
أن تقطف وردة
ولكن الجريمة الأكبر
هي ألا يُهدي المرءُ حبيبته
باقةَ وردٍ كل يوم!
Gunehkarî
Gunehkariya mezin
ku mirov serê gulekê jê bike!
Lê gunhekariya mezintir,
ku mirov; rojê gurzek gul
diyarî, yara xwe neke!
كتاب
كتابي الأكثر قدسية
هو الذي أقرأهُ في عيون الحبيبات.
Pirtûk
pirtûk min, Ya herî pîroz!
Ew e, ya ku
di çavên dîlberan de, dixwînim!
ألون العشاق
جميع الألوان السوداء
بنظري قاتمة
وحدها
عيونك السود
تبقى بنظري متلألئة.
Rengên Evîndaran
Hemî rengên reş
di çavên min de reş in!
Tenê; çavên te yên reş
di çavên min de geş in!!
جانا
جانا، أمام جمالية روحك
تنعقد يداي
آيات الحب
تُقرأ في قلبي
تحيّات رسول الحب
تتجول على لساني
وهذه الصلاة لا نهاية لها.
Cana
Cana! Li ber xweşikbûna canê te
destên min, tên girêdan
Ayatên evînê
di dilê min de, tên xwendin
Silavên pêxemberê dildariyê
li ser zimanê min digerin
û dawiya vê nimêjê
nayêêê û nayê!
ندَم
يساورني الشكُّ
بأنني قد أندمُ يوماً
على ما فعلتهُ في حياتي
لكنني
لستُ نادماً أبداً
على كسريَ لساعتين،
إحداهما
كانت تسيرُ الهُوَينا
وبتثاقل
كلما كنتُ أنتظر قدوم
حبيبتي
والأخرى
كانت تعدو بسرعةٍ وعُجالة،
كلما اجتمعتُ
بحبيبتي.
Poşmanî
Min di jiyana xwe de çi kirî
jê bi gûman im,
ku rojek were
lê poşman bibim!
Tenê min du demjimêr şikandin
Ti carî lê poşman nabim!
Yek jê, her ku
Li hêviya civana yarê dimam
giran giran bi qursî, digeriya!
ya din jî
her ku bi yarê re diciviyam
pele, pele bi lez û bez digeriya!
المحبة
ما من يومٍ مخصّص
لوصالِ أرواح المحبين
ففي كل وقت
وكل يوم
أرواحهم في نهر الحب
وعند نبع المشاعر
تغتسلُ بالدموع الرقراقة.
Evîndarî
Ti roj; ji şuya canê
evîndaran re nînin!
Her dem û rojê
canê wan, di çemê hezê de
li ber kaniya hestan
bi hêstirên zelal, tên şuştin!!!
قالت
قالت: أحبُّكَ
فجّرت مدفع إفطار قلبي
قالت: أحبُّكَ
أهجعت حُراس بوابات قلبي
قالت: أحبُّكَ
فتحت نوافذ وأبواب قلبي على مصاريعها
قالت: أحبُّكَ
مُدت السجادة الحمراء
أمام باب قلبي
قالت: أحبُّكَ
استُقبلت
بالطبول والزمور
وعندما وصلت إلى باب قصر القلب
أُطفأت عليها المصابيح والقناديل
أُغلقت النوافذ والأبواب
لم يُفتح لها قصر القلب؟
بسرعةٍ وعُجالة
عدتُ إلى صفحات بُرجي
غصتُ بين الأوراق وبحثت
فاتضح لي
أن اليوم الذي قالت فيه:
أحبُّكَ
كان يوم الواحد من نيسان.
Got
Got: Ez ji te hez dikim
Topa fitara dilê min teqand !
Got : Ez ji te hez dikim
Dergevanên dilê min kirin xewê !
Got : Ez ji te hez dikim
Derî û pencere yên dilê min
Li ser piştê vekirin !
Got : Ez ji te hez dikim
Xaliya sor li ber deriyê
dilê min hate rêxistin!
Got: Ez ji te hez dikim
Bi dahol û zurneyan
pêşwazî lê hat kirin!
Gava ew gihîşt
Ber deriyê koşka dil
Çire û Qendîl lê vemirîn
Derî û pencere ketin hev
Koşka dil, jê re venebû!!!
Bi lez û bez
li rûpelên birca xwe vegeriyam
Ketim nav rûpelan, geriyam!
Diyar bû ku roja ji min re gotî:
Ez ji te hez dikim, roja yekê nîsanê bû!
ما هي الحياة؟
صحيحٌ أن الحياة مقاومة
ولكن إن سألتموني ما الحياة؟
سأقول هي المرأة البشوشة
وعسلية اللسان
لأنه تحت راية هكذا امرأة
قالوا: المرأة حياة.
Jiyan çi ye?
Rast e! Jiyan berxwedan e!
Lê; ji min bipirsin, Jiyan çi ye?
Ez ê bêjim: Jinek rûgeş û zarxwaş e.
Çimkê; Di bin ala jinên wisa de
Gotine: Jin jîyan e.
حب 1
اليوم الذي تمددتي فيه صوبَ فؤادي
صار قلبي مملكة العلل والتقرحات.
Evîn 1
Evîn !
Roja ku Te ber dilê min Kirî !
Dilê min Bû mûristana derd û Kula!
حب 2
سنوات
وأنا أقتفي أثر الحب
لكي أحتضنه
وأعمل على رعايته
في زاوية قلبي
ولكن في اليوم الذي أمد إليه يداي
يغدو منديلاً يكفكف دموعي.
Evîn 2
Bi salan ketime şopa evînê
Ta ku
hembêz bikim
û di koşka dilê xwe de
Xwedî bikim!
Roja Ku destê xwe
davêjimê di destên min de
dibe destmaleke hêstirên min vedimale.
حب 3
أيها الحب
أنت تولد تحت جنح إله الخير
وتعيش تحت جنح إله الشر
وعارياً تدخل القلوب
وتخرج منه بألف لون ولحن
الأبيض والأسود
دائماً متضادين
وفي لونك فحسب
نراهم متعانقين.
Evîn 3
Evîn ! Tu ji bin
baskên Ahromazda dizî!
li bin basikên Ahrîman jî dijî!
Derbazî dilan dibî tazî !
Derdikevî bi hezar reng û sazî!
Reş û sipî her dijber in…
Tenê; di rengê te de
dest di stuyê hev re birine!
حب 4
أيها الحب
أعرف أنك أوسع من البحار
أعلى من الجبال
أسخنُ من النار
ولكن لا أعرف قط
كيف تستطيع المكوث في هذا القلب الصغير؟
Evîn 4
Evîn,dizanim!!
Tu ji deryayan ferehtir î!
Ji çiyan bilindtir î!
Ji agir gerimtir î!
Lê qet nizanim
Tu çawa di vê dilê piçûk de cih digirî!?
حب 5
أيها الحب
أعرف بأنك أكثر شفافية من الدموع
وأكثر حلاوة من العسل
وأكثر خفة من الهواء
ولكني لا أعرف
بأي لونٍ تتزين؟
Evîn 5
Evîn, Dizanim!!
Tu Ji hêstiran zelaltir î !
ji hinguv şêrîntir î!
ji bê (ba) siviktir î!
Lê nizanim!Tu bi çi rengî, dixemilî ?
حب 6
أيها الحب
أنت نغم الوجود
أساس الحياة
ألم السعادة
ولكني لا أعرف
لِمَ الذي على مائدتك
دائماً ما يبقى جائعاً؟
Evîn 6
Evîn, dizanim!!
Tu saza hebûnê yî !
Bingeha jînê yî !
Jana xweşiyê yî !
Lê nizanim…
Çima yê li ser sifreya te
tim û tim birçî ye?!!
حب 7
الحب قبلة فرهاد وشيرين*
بدموع الفرح والبكاء
عُجن
الحب خبز الحياة
على نار قلب مَمْ و زين**
تم شِواءه.
Evîn 7
Evîn ramûsana
Ferhad û Şêrînê ye
Bi hêstirên ken û girî
hatiye stran!!
Evîn, nanê jiyanê ye
Li ser agirê dilê Mem û Zînê
hatiye birajtin!
حبيبة 1
أيتها الحبيبة
إن وردة الحب
من قامتك
تعقد ربيع قلبي
وكلما توهجت في قامتك
يُزهر ربيع قلبي.
Dîlber 1
Dîlber ! Kulîlkek evînê
ji bejna te, bihara dilê min
li dar dixe!
Her ku ew di bejna te de geş dibe
buhara dilê min xweş dibe
حبيبة 2
حبيبتي
في اليوم الذي لا أرى وردة الحب في قامتك
مزهرية قلبي
تُصبح شمعداناً
ببكاءٍ أبكم
ودموعٍ رقراقة
تثمل أمسيتي.
Dîlber 2
Dîlber! Roja ku kulîlka evînê
di bejna te de nebînim!
guldana dilê min,
dibe mûmdanek!
Bi giriyekî lal û hêstirên zelal,
şevbuhêrka min mest dibe!
جرح
جراحُ العشاق
إذا لم تخدَّر
بإبر بريق عيونهم،
وإذا لم تُرتَّق
بقبلاتهم
فما الذي بمقدورهم فعله
الحكماء والجراحون؟
Birîn
Ger birînên evîndaran
bi derziyên tîrêjên çavên hevdu
neyên benckirin!?
û bi ramûsanên hevdu
neyên dirûtin!?
Hekîm û nûjdar, dê çi çarê lê bikin?!
إلهي
إلهي
عندما عجنتَ صلصال آدم
ألم يكن ثمة تبنٌ وقتها؟
أم لم يخطر ببالك
أن تعجنه به
حتى يطول عمره؟
Xuda
Xuda !
Gava, te heriya Adem
Histirayî, ka tune bû?
Yan te bîr nebir? Pê bistira!
Ta temen dirêjtir bûya
إلهي
تلك التفاحة التي أكلها آدم
كم كانت باهظة الثمن
حتى بقي لليوم مدينًا لك؟
Xuda
Ew sêva ADAM xwarî,
buhayê xwe, çend bû?
Ta niha jî deyndarê te ye…!
إلهي
أيُّ نارٍ كان
الذي خلقت منه إبليس
حتى بقي لليوم مشتعلاً
ولم ينطفئ.
Xuda
Ew agirê çi bû ?
Te jê ÎBLÎS afirand !
Ta niha jî venemirî ye!
إلهي
كثيراً ما مدحتَ جنتك
بالزينة والهندسة
بأكل الفاكهة الشرقية
بشرب الخمر والشراب والزمزم
بالقصور المزركشة
والحوريات المغناجة
قبل أن أبارك فردوسكَ
بودي أن أسألك
عن الحرية فيها؟
Xuda
Te pir pesna Buhuşta xwe dayî
Bi xemil û endêz !
Bi xwardina, meyweya Rojhilatî!!
Bi vexwardina, Zemzem, mey û şerbet !
Bi koşkên rengîn,bi Perî yên şêrîn !!
Berî pîroz dikim, divê bipirsim?
Azadî, tê de çawa ye?!
شريكة حياتي
شريكة حياتي
مِن خلف القضبان الحديدية
وعِبر الأسلاك الغربالية
قرأتُ أسرار وخبايا عيونكِ
فعلمتُ
أنه قبل طرد آدم وحواء
من الجنة
كانوا قد قسّموا الجنة فيما بينهم
وضع آدمَ
القصر والروضة والكأس والشموخ في قلبه
وحواءَ
وضعت الورود والفاكهة والخمر والجمال في قلبها
لذا
كلّما توحّد قلبا آدم وحواء
شيُّدت جنة جديدة.
Hevmala min
Hevmala min!
Li pişt şîşên hesinî
Di navbera têlên bêjingî re,
Min raz û dosiyên çavên te
xwendin!
Ez jê haybûm
Ku ji berî Adem û Hawa
Ji buhuştê bên avêtin!
Buhuşt di navbera hev de
Parvekirin!!
Adem
Koşk, Gulistan, piyal û serfirazî
xist dilê xwe!
Hawa jî
Kulilk, meywe, mey û ciwanî
Xist dilê xwe!
Lewra;
her ku dilê
Adem û Hewa
Dibin yek!
Buhuşteke
Nuh ava dibe!
عُمق هذا الطريق
بِكُليَ غائصٌ في عُمق هذا الطريق
وهذا الدربُ لا يُنتزع من أعماق صدري
هو أكثر عمقاً من أغوار صدري
في قَعر هذا السبيل
الهموم تأوي الهموم
الآلام تتكئ على الآلام
الخطوة تخجلُ من الخطوةِ
بلا مبالاةٍ
واحداً إثر الآخر يُغادر
والفؤاد لا مستقر له
خائر القِوى
عيونه أبداً مشدودة على العودةِ
ما هذا الحلم؟
لا أعرف؟
هو حلمٌ أعمقُ
من عُمق هذا الطريق
ألا يبدو لكَ أن في هذا الطريق
الخطوة تخدع الزمن؟
أم أن الزمن هو الذي يخدع الخطوة؟
الخطوة والزمن
مثلي أنا
يُختفى أثرهما
بينما وحدها سُبلُ الزمنِ
تبقى حيًّة
في عُمق هذا الطريق الذي لا نهاية له.
Kûraniya vê riyê
Bi sîng ketime kûraniya
vê riyê
ev riya ji kûraniya sîngê min
bi der nayê
kûrtir e ji kûraniya singê min …!
Di kûraniya vê riyê de
xem xeman xudî dikin
êş xwe dispêrin êşan
gav ji gavan şerm dike
Xemsarî
yek li pêy yekê diçe
dil bi cih nabe, nabe
Çurûk, çurûk
Çav li vegerê ye
ev çi xewne…?!
nizanim… nizanim.. na…!
Xewnek kûrtir e
ji kûraniya vê riyê !
diyar nîn e ku divê riyê de
gav demê dixapînin
yan dem gavan dixapîne …?!
Gav û demê
wek min binvîs dibin
tenê rêçikên demê dimînin
û zindî di kûraniya vê riyê de
bi dawî nabin!
ـــــــــــــــــــــــ
*: قصة حب من التراث الفارسي.
**: قصة حب من التراث الكردي.
نصوص الشاعر: محمد حَمُو
ترجمها عن الكردية: ماجد ع محمد
الشاعر محمـد حَمُـو: من مواليد قرية شيركان “شيتكا” في 1 مارس 1961م درس الابتدائية في قرية ميركا الملاصقة لقريته، وأتم المرحلة الإعدادية في قرية بريمجة، ودراسته الثانوية كانت في مدينة حلب، ساهم في تأسيس عدد من الفعاليات الثقافية منها: فرقة المسرح في كوما آرمانج عام 1995 وكذلك كوما خاني للأدب عام 1988، صدر له حتى الآن خمسُ مجموعات شعرية ومسرحية ومجموعة قصصية إضافة إلى كتاب بحثي، من أعماله المنشورة:
ـ لقاء الزهور/ مسرحية صدرت عام 1994 وترجمت للفرنسية عام 1999
ـ نزهة القلب في أحزان الحب/ مجموعة شعرية صدرت عام 1997.
ـ تحت رحمة الحياة/ مجموعة شعرية صدرت عام 1997.
ـ في عمق هذا الطريق/ مجموعة شعرية صدرت عام 2004.
ـ غناء قصائد زهور الشمعدان/ مجموعة شعرية صدرت عام 2008 وترجمت إلى اللغة الفارسية.
ـ قصائد قاصرة/ مجموعة شعرية.
ـ مجموعة قصصية تحت عنوان “ضحكات باكية” صدرت عام 2013 وترجمت إلى العربية.