لم يَشبع من تَقبيلِ الآمال (مختارات من الشعر الكردي) – روخاش زيفار – ترجمة: ماجد ع محمد

الميِّت


بوضوحٍ
لم يقرأ مرةً
صفحات قلبه.

ورودَ قامة حبيبته
لم يشمّها بحرية.

آمال حياته
لم يشبع من تَقبيلها

لا أعرفُ لماذا
يعدّ نفسه من ضمن الأحياء.

Mirî


Tu caran
Rûpelên dilê xwe
Eşkere nexwendine.

Gulên bejna yara xwe
serbest bîn nekirine.

Hêviyên jiyana xwe
Têr maç nekirine.

Nizanim çima
Xwe ji zindiyan dijmêre?!

البكاء


مثلما ليس بمقدورِ أحدٍ
الابتعاد عن ظلِّه تحت الشمس.

ومثلما لا يَقدر أحد
على الضحك بشفةٍ واحدة

أنا أيضاً لا أستطيع العيش
دون بكاء.

Girî
Çawa ku kes nikare
Di bin ronahiyê de
Ji siya xwe dûrkeve
Çawa ku kes nikare
Bi lêvikê bikene
Ez jî nikarim
Bê girî bijîm.

جولة


الحمائم
تبحث عن السلام
البلابل
تبحث عن الورود الحمراء
الفراشات
تبحث عن النور
وأنا
أبحث عن ذاتي.

Ger

Kevok
Li aştiyê digerin
Bilbil
Li sorgulan digerin
Perwane
Li ronahiyê digerin
Ez
Li xwe digerim.

اللّص


سرق كلمةً وباعها
أكلَ بثمنها دجاجة
سرق جملةً وباعها
أكلَ بثمنها خروفاً
توجّه صوبَ قصةٍ
فالتهمتهُ القصة.


Diz


Peyvek dizî û firot
Pê mirîşkek xwar.

Hevokek dizî û firot
Pê berxek xwar.

Ber bi çîrokekê çû
Çîrokê ew xwar.

الكلب


من أجل بضعة عظماتٍ
يحرس الأبواب
يعوي بوجهِ السماء
يعضُّ أحلام الناس
ولكن لأنَّه يمشي على قدمين
يسمونهُ إنسان.

Seg


Bo çend hestiyan
Deriyan dipê
Bi ewran de direyê
Xewnên mirovan gez dike
Tenê ji ber ku
Li ser du lingan dimeşe
Nav li wî jî dikin mirov.

السجين


تحت ضربات السياطِ
قالَ:
الربُّ رحيم
بعد عدة نداءاتٍ وصرخات
عصا الرب أيضاً
صار ضيف جسده.

Girtî


Di bin çoyan de
Got: xwedê dilovane
Piştî çend bang û qîrînan
Çoyê xwedê jî
Li wî bû mêvan.

سرعة


امتطيتُ أقدامي
فسبقتني الخيولُ

امتطيتُ صوتيَ
سبقتني الطائرات الحربية

امتطيتُ قلبي
سبقتني النقود

امتطيتُ أحلامي
سبقتُ الله.

Lezgînî

li lingên xwe siwar bûm
hesp ketin pêşiya min

li dengê xwe siwar bûm
balefirên şer ketin pêşiya min.

li dilê xwe siwar bûm
dirav ketin pêşiya min.

li xewnên xwe siwar bûm
ketim pêşiya xwedê.

الورد والحياة


قالت الوردةُ الحمراء:
أنا شمسُ الأكبادِ والقلوب
وحدي أنا من يَنبغي أن يعيش.

وقالت الوردة الصفراء:
أنا نجمة العيون
فوحدي أنا من ينبغي أن يعيش

وقالت الوردة البيضاء:
أنا عروسة العالم
فوحدي أنا من ينبغي أن يعيش

فردت الحياة:
ربيعٌ أنا
ولستُ بوردة.

Gul û Jîn

Gula sor got:
Ezim roya cerg û dilan
Divê ez tenê bijîm.

Gula zer got:
Ezim gelewêja çavan
Divê ez tenê bijîm.

Gula sipî got:
Ezim buka cîhanê
Divê ez tenê bijîm.

Jînê vegerand:
Biharim… ne gulekim.

بحيرة الأحلام


بلا صوتٍ
بأوجاعه
سنَّ لُغةَ لسانهِ
دفّأ همومه
أغلق عيونه
ورمى بنفسه في بحيرة الأحلام
في أذن كلّ حُلمٍ
زرع سؤال عمره
وبعد عدة حسراتٍ عميقة
جميعها معاً
بصوتٍ واحد قالوا له:
متى ما رأيتَ نفسكَ
وقتها ستراها أيضاً.

Gola Xewnan


Bê deng
Bi êşên xwe
Zimanê dilê xwe tûjkir
Xemên xwe germkirin
Çavên xwe kilîtkirin
Û xwe avêt gola xewnan
Di guhên her xewnekê de
Pirsa temenê xwe çand
Piştî çend keserên kûr
gişkan bi hev re
bi dengekî jê re got:
kengê te xwe dît
hîngê tu yê
wê jî bibînî.

ابن الكَسَلْ


يبغي من عيون السماء
أن يقطف باقةً من التحيّات.

ومن صدر وثمرات الأرض
يقطف عنقوداً من النشوى.

ومن فمِ الزمن والفلك
يقتلع ربيعاً من المدائح.

ومن وجوه المحبة
يبتاع حياةً من القُبلات.

في الوقت الذي لا يريد
أن يخرج فيه من حضن الكَسل.

Lawê Bêkêriyê

Ew dixwaze
Ji çavên ezmên
Gurzek silav biçine.

Ji sîng û berê zemîn
Goşiyek dilşadî jêke.

Ji devê dem û dewranê
Biharek pesin hilke.

Ji rûçikên hezkirinê
Jînek ramûsan bistîne.

Lê ew naxwaze

Ji hembêza bêkêriyê jî derkeve.

مُلاحظة صغيرة


أعرفُ
نعم أعرف لماذا
لا يسمحون لي
بأن أسرّح قلبي بحريَّة
أسقي عيوني
أطلقُ نظراتي
أقرأُ بلغتي
أُغني بسعادة
أفرحُ بثراء وطني
ولكني لا أعرفُ
لمَ لا يسمحون لي البكاء بحريَّةٍ؟

Têbînek Biçûk


Dizanim
Erê dizanim çima
Nahêlin serbest
Dilê xwe biçêrînim
Çavên xwe avdim
Nihêrînên xwe berdim
Bi zimanê xwe bixwîninm
Bi kêfxweşî bistirêm
Bi dewlemendiya welatê xwe şabim
Lê nizanim ji bo çi
Nahêlin serbest bigrîm?!

بلا مشاعر


سرقوا أحلامه وأمانيه
فلم ينتبه إليها

قتلوا ابتسامته وبكاءه
فلم ينزعج بسببها

شلّوا إرادته وعقله
فلم يسأل عنها

امتطوا حياته
فلم يتحرَّك

وعندما سمّوه حماراً
أبدى انزعاجه.

Bê Hest

Xewn û hêviyên wî dizîn
Li wan hay nebû.

Ken û giriyê wî kuştin
Li ber wan neket.

Hiş û vîna wî pûçkirin
Li wan nepirsî.

Li jiyana wî siwar bûn
Xwe nelivan.

Nav lê kirin ker
Xeyidî.


*نص: روخاش زيفار
*ترجمها عن الكردية: ماجد ع محمد

زر الذهاب إلى الأعلى