متسوّل يمتطي ظلّه (مختارات من الشعر الكردي) – روخاش زيفار – ترجمة: ماجد ع محمد

متسوّل


ارتدى اللاجدوى
علَّق الخنوعَ على كتفه
أيقظ عبراته
امتطى ظلهُ
ورويداً رويداً
يمَّم وجهه صوب جنة الاستعطاء
تسوّل سلاماً
وكحّل به علِل عيونه.

تسوّل وردةً
وزيّن بها أحزانه.

تسوّل فكرةً
ونيّم عقله بها.

ودّ أن يتسول الحرية
فتاهَ.

Parsek

Bêkêrî li xwe kir
Stûxwarî bi milê xwe xist
Hêstirên xwe hişyar kirin
Li siya xwe siwar bû
Û hêdî hêdî
Berê xwe da bihişta parsê.

Silavek pars kir
Pê çavên derdên xwe kildan.

Gulek pars kir
Pê şînên xwe xemilandin.

Ramanek pars kir
Pê hişê xwe kir xewê.

Xwest azadiyê parske
Winda bû.

بخيل


السماء تتحمل أسقامَ وعِلل السُّحب
لكي لا تشتكي الأرضُ.

الأرض تتعرق
لكي لا تذبل المنابع.

الأنهار تحصد هموم التراب
لكي لا تغضب الورود.

الورود تزيِّن ربيع الحب
لكي يفرح المرءُ بها.

بينما الإنسان
مشغول فقط بأناه.

Çikûs

ezman derd û kulên ewran dikîşne
da ku zemîn gazî neke.

Zemîn xuydide
Da ku çem neçilmisin.

Çem xemên axê diçinin
Da ku kulîlik nexeydin.

Kulîlk bihara evînê dixemlînin
Da ku Mirov pê şabe.

Mirov jî
Bes li xwe digrî.

الانتشاء


جدائل الشجر
تنتشي بالنسيم العليل.

القصائد وأغاني العصافير
تنتشي بأنغام الشلالات.

الورود وأزاهير السلام
تنتشي بشعاعات الحرية.

وأمواج قلبي
تنتشي بالنظر إلى الحبيبة.

Serxweşbûn

Biskên daran
Bi bayê xweş serxweş dibin.

Helbest û stranên çivîkan
Bi awazên sûlavan serxweş dibin.

Gul û kulîlkên aştiyê
Bi tîrêjên azadiyê serxweş dibin.

Pêlên dilê min
Bi nêrînên yara min serxweş dibin.

الخيانة


يُجمِّلون الأكاذيب
يُزيّنون الخضوع
يُدهنون الخنوع
يُخلقون ألواناً من البهتانِ
والزيف
والعمالة
والخيانة
شبراً فشبراً
يقسمونها على بعضهم
ورويداً رويداً
يودون شلَّ عيدي(نوروزي)
وبلا خجلٍ
يُطلقون على أفعالهم اسم التكتيك.

Xinizî


Derewan fodil dikin
Stûxwariyê dixemlînin
Sernizmiyê boya dikin
Bêbextiyê rengereng diafirînin
Sextebaziyê
Nokeriyê
Xiniziyê
Bost bi bost
Ew li hev parvedikin
Dixwazin hêdî hêdî
Newroza min pûç bikin
Û bê şerm
nav lê dikin tektîk.

المستعبد الجديد


بلا تردُّد
يطفئ عيون أحلام اليقظة
يدوس على براعم الإنسانية
يُهلك العدلَ جوعاً
ينفي الحرية
يرمي الشجاعة في السجون
في كل لقمة خبز
وفي كل قطرة ماء
في الهواء
يزرع بذور الاستعباد
وفي كل خطوةٍ له
يبتر عنق أماني الشعب
يهدم مستقبل البلد
يُشتت الجذور وغصون الحياة
وليلاً نهاراً يقول:
عاشت الحرية
عاش الوطن والشعب.

koledarê Nûjen


Bê dudilî
Kaniyên xewnerojan vedimrîne
Gupikên mirovatiyê binling dike
Dadmendiyê ji nêza re dikuje
Azadiyê sirgun dike
Mêrxwasiyê davêje binê zîndanan
Di her pariyek nan de
Di her dilopek av de
Di bê de
Tixim û tovê koletiyê diçîne
Di her gaveke xwe de
Hêviyên gel serjê dike
Pêşeroja welêt hildiweşîne
Reh û şaxên jînê tar û mar dike
Û bi roj û şev dibêje:
Her bijî azadî
Her bijî gel û welat!

إهداء


لا أعرفُ
غير الصراخ
ماذا أرسل
للآذان الصدئة؟

لا أعرفُ
غير الإشراقات
ماذا أرسل
للعيون العفنة؟

لا أعرفُ
غير الأسئلة
ماذا أُرسل
للعقول النائمة؟

ولكنني بلا تردُّدٍ
أهدي أبطالَ بترِ صدايَ
وأمراءَ وملوك قتل أمانيَ
إضافة إلى النقد والحِكم
بعضَ الشكوك.

diyarî


Nizanim,
Ji guhên zingarî re,
Ezê ji bilî qîrînan,
Çi bişînim.

Nizanim,
Ji nêrînên kufikî re,
Ezê ji bilî tîrêjan,
Çi pêşkêşkim.

Nizanim,
Ji hişên raketî re,
Ezê ji bilî pirsan,
Çi birêkim.

Lê ezê bê dudilî
Ji lehengên perçekirina dengvedana min re
Ji mîr û şahên birakujiya hêviyên min re
Ji bilî pend û rexnan
Çend gumanan jî
Bikim diyarî.

أمل


1


لا أعرف إن كانت فتاة
أم ملاك
كل بضعة حسراتٍ
مرةً وبلا وعدٍ وعهد
من مرايا عيوني
تدخل بستان قلبي
وتشم وردات روحي وردةً وردة
وقبل أن أحضنها
خوفاً من عيون الحسادِ
تترك رائحتها وتمضي.


2


لا أعرف إن كان حلماً
لا أعرف إن كانت حمامةً
فكل بضعة أوجاعٍ
مرةً بلا هوية
وبلا جواز سفر
تعبر حدود همومي وآلامي
وتبني عشاً
على أغصان حياة قلبي
وقبل أن أفرح بها
خوفاً من القناصةِ
ترحل بكامل صمتها.


3


لا أعرف إن كان فردوساً
لا أعرف إن كان ربيعاً
فكل بضعة أحزانٍ
مرةً تزرع في شفاهي
قبلاتً حارة
وقبل أن أرد عليها
تغرق
في جروحي
وفي أنهار دمائي
تضيع وتتلاشى.

HÊVÎ


1


Ez nizanim keçeke
Nizanim firişteke
Her çend kovanan
Carekê bê soz û peyman
Di neynikên çavên min re
Dikeve baxê dilê min
Gulên canê min yekayek bîn dike
û berî wê himbêzkim
Ew ji tirsa çavtengan re
Bihna xwe dihêle û diçe.


2


Ez nizanim xewneke
Nizanim kevokeke
Her çend êşan
Carekê bê nasname
Bê pasport
Sînorên derd û xemên min derbas dike
Hêlînekê
li ser şaxên jiyana dilê min dirêse
û berî ez pê şabim
ew ji tirsa segmanan re
koça xwe bê deng bar dike.


3


Ez nizanim bihişteke
Nizanim bihareke
Her çend şînan
Carekê ramûsanine germ
Di lêvên min de diçîne
Û berî lê vegerînim
Ew di birînên min de
Di çemên xwîna min de
Noq dibe
Winda dibe
Tar û mar dibe.

*نص: روخاش زيفار
*ترجمها عن الكردية: ماجد ع محمد

زر الذهاب إلى الأعلى