شيئان بقيا منكِ (من الشعر الكردي) – إحسان بيركول – ترجمة:  ماجد ع  محمد


حفنةُ رملٍ أنا

على ضفاف عينيكِ

كرمى لله

لا تبكي

لكيلا أنهار


Ez mistek qûm im 

Di peravên çavên te de

Ji bo xwedê

Tu negrî

Da ku ez neyêm xwarê


وهبتكِ بحارَ قلبي 

وأنتِ نَهلتِ من غُدران الآخرين


Min deryaya dilê xwe pêşkêşî te kir

Te jî ji delavê xelkê av vexwar


أنتِ غزالةٌ سريعة العدوِ

وأنا أسدٌ جريح 

ففي كل خطوةٍ من خطواتك تؤلمني جراحي


Tu: Karxezaleke çargavî

Ez: Şêrekî birîndar

Di her gava te de birînên min diêşin


شيئان بقيا منكِ

جرحٌ عميق

وطريقٌ طويل


Tenê du tişt ji te mabûn 

Birîneke kûr 

Û Rêyeke dûr


كل ذهابٍ

بُشرى للإياب

وكل مجيء

تهيؤٌ للمغادرة


Her çûyîn 

Mizgîniya hatinê ye

Her hatin

Avakara çûyînê ye


إلى أن يغدو المرءُ سعيداً

إما ينحني ظهره

أو رأسه


Mirov heyanî ku dibe bextewar

Yan pişt xûz dibe

Yan jî stûxwar


قاربٌ متعبٌ أنا

على ضفاف مُقلتيكِ

يسحبني البحر نحوه

وعيناكِ نحوهما


Keştiyeke westiyayî me

Di peravên çavên te de

Derya ber bi xwe dikşîne

Çavên te jî ber bi xwe


نصفُ عمري 

زُهق في انتظاركِ

والباقي منه

ابتلعه ذهابُكِ


Nîveka temenê min 

Bi bendewariya te çû

Temenê mayî jî 

Çûyîna te xwar


ليس مقصدي وغايتي 

رؤية عينيكِ

إنما رؤية قلبي

في عينيكِ


Qest û mebesta min

Ne dîtina çavên te ye

Di çavên te de

Dîtina dilê xwe ye


أنا أيضاً وددتُ أن أحكي لكِ عن الفرح

ولكن لا هذا المكان صار ربيعاً

ولا نحن غدونا سعداء


Min jî dixwest ji te re qala şadiyê bikim

Lê ne ev war bû bihar

Ne jî em bextewar


أطلقَ آهةً عميقة وقال:

لم نصبح لبعضنا أحبَّاءْ

على الأقل ألا نصبح أعداءْ


Kûr keserek kişand û got:

Em ji hev re nebûn yar

Bikêmanî em nebin neyar


الهمُّ:

يُسقط المرءَ

يؤلمهُ

ويطحنهُ


Xem:

Mirov dixe

Diêşîne

Û dihêre




*نص: إحسان بيركول
*ترجمة عن الكردية: ماجد ع  محمد

زر الذهاب إلى الأعلى