تنهيدةٌ طويلةٌ وعميقةٌ أنا (مختارات من الشعر الكردي) – زكريا شيخ أحمد – ترجمة: ماجد ع محمد

لا نعرف

لا نعرف
ما الذي حصل للأشياء المفقودة
والأصوات القديمة التي فقدناها
أين ذهبت؟
البراءة التي كانت موجودة بشكلٍ كثيف
أين اختفت؟
الغُرف التي كنا نبنيها
بالوسائد والمخدات داخل بيوتنا حين كنا أطفالاً
ماذا حلَّ بها؟
ذهب الماضي والحاضر ذاهِب
القادم أيضاً سيأتي ويذهب
ولن نعرف إلى أين
سنبقى لا نعرف أين تذهب الأشياء
نعرف أن الموتى يُدفنون في المقابر
لكننا لا نعرف بالضبط أين يذهبون بعد الموت؟
لا نعرف فيما إن كانت الأيام السعيدة
تعيش في نفس الغرفة مع الأيام الحزينة؟
لا نعرف أين هي الحياة التي نريد أن نعيشها؟
كلُّ شيء سيمضي ولن يبقى سوى العدم
فماذا نحن؟

Em Nizanin

Em nizanin
Çi bi serê tiştên wenda hat?
Dengên kevin yên ku me winda kirine
kûva çûn?
Bêsûciya ku bi awayekî mişt hebû
Li kû derê winda bû?
Xaniyên ku me di zaroktiyê de
bi balîf û palgehan
di nava malên me de
çêdikirin
çi bi serê wan hat?
Rabirdû çû û niha jî wê here
Suba jî wê were û here
û em ê nizanibin wê kûda here
Em ê hîn jî nizanibin ka tişt bi ku ve diçin
Em dizanin ku mirî li goristanan têne veşartin
Lê em tam nizanin piştî mirinê ew ku da diçin
Em nizanin ka ew rojên kêfxweş
Bi rojên xemgîn re di xaniyekî de dijîn an na
Em nizanin jiyana ku em dixwazin bijîn li kû ye?
Her tişt wê derbas bibe
û tiştek namîne xeynî nebûnê
Îcar gelo em çi ne?


وطن

كُنا نريد وطناً
لا نخاف فيه من شحاذٍ أو من رنَّة هاتف
أو بائعٍ متجوّل..

كُنا نحلم بوطنٍ
لا نخاف فيه من ظلٍ أو مِن ساعي بريد
أو حذاءٍ لامع ..

كُنا نحلم بوطنٍ
لا يمنع عنا الأحلام،
لا يحاسبنا على الهواء والشعر
ولا يحكم على الفم بالموتِ
من أجل همسةٍ ..أو قبلةٍ
أو كلمة.

Welat

Me welatek dixwest
Ku em tê da ji parsekvanekî
an ji zengilê telefonê
an jî ji firoşkarekî kolanan
netirsiyana..

Xewna ma ew bû ku
Em tê de ji siyekê
an ji postevanekî
an ji pêlavên diçrûsin
netirsiyana..

Xewna me ew bû ku
Welatek me ji xewnan bêpar neke
Li ser ba û li ser helbastan
Me siza neke
Devê me li ser pistiyekê … an maçekê
An jî peyvkê
Bi biryara mirinê dadbar neke.


دعني أُدخن سيجارتي

لا تغلق عينيكَ ككتابٍ قديم
ولا تُصمت مثل الأحجار
تعال، اجلس بجانبي
وأجبني:
هل مجيئنا لهذا العالم جريمة..!؟
لماذا أعصرُ البرتقال
فيمتلئ الكأس بالدماء ..!؟
لماذا…!؟
تعال، اجلس بجانبي
وانظر لهذه الحياة
تأملها جيداً … وأخبرني
إن فهمت منها شيئاً
أخبرني، أنا أسمعكَ جيداً
وإلاَّ دعني أُدخن بعمقٍ
سيجارتي.

Bihêle Ez Çixara Xwe
Bikşînim

Çavên xwe weke pirtûkeke kevn negre
Û weke keviran bêdeng nemîne
Were li kêlek min rûne
Û bersiva min bide:
Ma hatina me ya vê cîhanê tawan e?
Çima gava ku ez porteqalê diguvişim
peyal tijî xwîn dibe
Çima…!?
Were li kêlek min rûne
û li vê jiyanê binêre
û ji min re bêje
Baş pê birame
û ger te têgeha tiştekî jê kir
Ji min re bêje, ez baş ji te dibihîsim
yan jî min bihêle ku ez kûr çixara xwe
bikşînim.


وقفات

أنا السطرُ الخطأ في كتاب الحياة.
Ez xêza şaş im di pirtûka jiyanê de.

تنهيدةٌ طويلةٌ وعميقةٌ أنا.
Axînek dirêj û kûr im ez.

لو أن العصافير قويَّة
بما فيه الكفاية
لفكّر الحطَّاب كثيراً
وحسب ألف حسابٍ
قبل قطع الشجرة.

Ger çivîk têra xwe xurt bana
wê darbir ê pir biponijiya
û hejmartina hezar tiştî bikira
berî ku dar tête birîn.

الطيبون هم مَن يزرعون البذور
ويسقون الأشجار
حتى قبل أن يُهاجروا أو يُهَجَّروا.

Yên baş ew in yên ku tovan diçînin
Û daran av didin
Heyanî berî ku ew koç bikin yan bên koçberkirin.


شذرات

هذا الفجر، هذه الألوان، هذا المطر لي
هذا العالم كلُّه لي
طالما أني أستطيع الغناء.

كلُّ دائرة قيد
لا تدخل أيَّة دائرة
كي لا تفقد حريَّتك.

إنَّه حزن، لكنَّه ليس الحزن المتعارف عليه.
إنها سعادة، لكنَّها ليست السعادة الُمتعارف عليها.

الكلمات الجميلة لا تفي بالغرض
الأفكار..الأفكار هي ما نحتاجها،
لكن ليست أيَّة أفكار.

على الكل أن يقول الحقيقة
أو كحدٍ أدنى على الغالبية.

من الطبيعي جداً أن يتعرض مَن يحمل النور
لنباح كلاب العتمة.

لا تطلب مني العيش في الوادي
فأنا لم أطلب منك العيش في الجبل.

Ev berbanga, ev rengên han, ev barana ya min e
Ev cîhan hemû ya min e
Heyanî ku ez dikarim stranan bêjim.

Her çemberek girêdanek e.
Nekeve ti çemberê
Ji bo ku tu azadiya xwe winda nekî.

Ew xemgîniyek e, lê ew ne xemgîniya ku hatiye naskirin e.
Ew bextewarî ye, lê ne bextewariya naskirî ye.

Gotinên bedew tenê têrê nakin.
Raman, pêdviya me bi hizrînê heye.
Lê ne her hizrekê.

Divê her kes rastiyê bibêje
An herî kêm piranî wê bêjin.

Ji xwezayê ye ku yên ronahiyê hildigirin
Rastî rewîna kûçikên tariyê werin.

Ji min nexwaze ku di newalê de bijîm
Min ji te nexwestî ku tu di çiyê de bijî.


نصوص الشاعر: زكريا شيخ أحمد 

ترجمها عن الكردية: ماجد ع  محمد

زر الذهاب إلى الأعلى